Amerîka: Em li operasyonên Tirkiyeyê nerazî ne

Amerîka: Em li operasyonên Tirkiyeyê nerazî ne

Rojava News: Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Stevart Johnes ragihand, Washingotn li hember êrişên Tirkiyeyê bo ser navçeyên Başûrê Kurdistanê û şehîdkirina welatiyên kurd dilgiran e.

 

Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Stevart Johnes îro mêvandariya hejmarek rojnamevanan kir.

 

Di vê civînê de, Stevart Johnes di bersiva pirsyara peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê ya derbarê bombebaranên Tirkiyeyê bo ser baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û şehîdbûna welatiyên kurd li Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Wek Amerîkayê em li hember şehîdbûna hevniştîmaniyên kurd û encamdana êrişên Tirkiyeyê bo ser navçeyên Herêma Kurdistanê dilgiran in.”

 

Johnes herwiha kuştina 2 polîsên Tirkiyeyê ji aliyê PKKê ve şermezar kir û bi karekî terorîstî bi nav kir û tekez kir, ku ji mafê Enqerê ye berevaniyê li xwe bike.

 

Stevart Johnes herwiha ragihand: “Amerîka li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê bi rêya hikûmeta navendî ya Iraqê berdewam dibe.”