Rojava News: Artêşa Nîjîryayê ragîhand ku wan li bakur-rojihlatê welat 67 jin, 101 bi giştî 178 ên ji aliyê Tevgera Boko Heram ve hatibûn revandin, rizgar kirin.
Artêşa Nîjîriya bi daxuyaniyekê ragîhand ku hêzên bi armanca rizgarkirina komeke welatiyên ku Tevgera Boko Heram a li ser navê Îslamê tevdigere revandibûn rizgar bikin, çalakî lidar xistin.
Têkildarî mijarê berdevkê Artêşa Nîjîryayê Tokoyî Gorsan got ku Artêşa wan li nêzî herêma Olarî ya li ser riya Bama ku 70 kîlometrî dûrî bajarê Maydogorî mezintirîn bajarên bakur-rojhilatê Nîjîriyayê bi armanca rizgarkirina koma sivîlan çalakî lidar xistin. Gorsan destnîşan kir ku di encama çalakiyê de leşkerên wan 67 jin, 101 zarok bi giştî 178 kesên ku Tevgera Boko Heram revandibûn rizgar kirin, Gorsan, da zanîn ku hêzên wan di çalakiyê de fermandarekî Boko Heram girtine.
Di mehên dawî de Artêşa Nîjîryayê bi sedan jin û zarokên ku tevgera Boko Heram revandibûn rizgar kirin, çalakiyên rizgarkirinê herî zêde li Daristanên Sambîsa pêk hatin. Hefteya derbasbûyî jî Arêtşê 21 zarok û 7 jin ji Tevgera Boko Heram Rizgar kirin, piştî jî 59 kesên din ên ku Tevgera Boko Heram revandibûn rizgar kirin.
