Amerîka hevsera emîrekê DAIŞ’ê radestî Hewlêrê kir

Amerîka hevsera emîrekê DAIŞ’ê radestî Hewlêrê kir

Rojava News: Wezareta parastinê ya Amerîka hevsera berpisekê paye bilind ê DAIŞ’ê ya bi navê  Nesrîn Eshed Îbrahîm (Um Siyaf) ku li Sûriyê hatibû girtin, radestî hêzên navxwe yên Herêma Kurdistanê kir.

 

Wezareta parastinê ya Amerîka di vê derbarê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hevsera berpirsê paye bilind ê DAIŞ’ê Ebu Siyaf a bi navê Um Siyaf ku 15’ê Gulanê li rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên taybet ên Amerîka ve hatî girtin, radestî wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”

 

Di dawiya daxuyaniya wezareta parastinê ya Amerîka de wiha tê gotin: “Biryara radestkirina Um Seyaf a ji bo hikûmeta Iraq û wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser bingehê hikûmeta Amerîka ye. Ew li gor pîvanên yasayî, dîplomasî û sîxûrî hatiye girtin. Herwiha li gor pîvanên navneteweyî hatiye girtin.”

 

Ebû Seyaf Tûnisê li Sûriyê berpirsê aborî û karûbarên petrolê yê çeteyên DAIŞ’ê bû. 15’ê Gûlana 2015’an ji aliyê Amerîka ve hat kuştin û hevsera wî jî heman rojê hatibû girtin.