Rojava News: Netewayê Yekbuyî diyarkir ku; qeyrana penaberan li gravê Yunan ber bi gengeşeyê ve diçe.
Komîsertiya bilind ya penaberan a bi ser NY ve grêdayî daxuyaniyek da û got; Bi teybet li grave İstankoy, Sakiz û Midilli rewşa penaberan şerma miroviyê û ciyê şermdêre ye.
Di daxuyaniyê UNHCR ê de hatiye ku; Nebûna ava paqij, û xwerinê dibê sedemên jiyanak ne mirovî û pêviste YA yê demildest vê rewşa çareser bike.
Li gor raporta UNHCR ê “îsal hêjmara penaberan ji sere %750î zêdebû ye û tedbîrê ewlehî- jiyanî li gor vê rewşê nehatiye amadekirin. Bingeha wan grava jî ni karî vê hêjmara mezin hilgirî”
Penaberên li grave Yunan hemû ji Suriye, Efxanistan û Iraqê ji ber şer reviyane.
Ji sersala 2015ande 124 hezar penaber gihîştine grave Yunan, ji vê rêjeyê tenê di heyva Tirmehê de 50 hezar penaber gihane Yunan.
Sinem Bakir
