F-16ên li DAIŞê bidin gihîştin Încirlikê

F-16ên li DAIŞê bidin gihîştin Încirlikê

Rojava News: Beşek balafrên Amerîkayê ku 8 balafirên ji cureya F-16ê pêk tên,  ji bo operasyonên li dijî rêxistina DAIŞê, gihîştin navenda leşkerî ya Încirlika Tirkiyeyê.

 

Hat ragihandin di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞê de 8 balafirên F-16 ên Amerîkayê li navenda Încirlikê hatin bicihkirin.

 

Hat gotin ew balafirên şerî yên Amerîkayê ji navenda leşkerî ya Avianoyê ya Îtalyayê rabûn û saet 14.30ê danîn Edaneyê. Herwiha hat gotin beriya balafiran 300 muretebatên Emrîkî jî çûne Încirlîkê.

 

Li gorî agahiyan, Amerîka balafirên xwe yên ku ji bo Încirlîkê diyar kirin, dê heta hefteyekê hemûyan li wê navende bicih bike.

 

Meha borî Tirkiyeyê biryar dabû navendên xwe ji bo balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê veke.

 

5 Tebexa îsal cara yekemîn balafirên şerî yên Amerîkayê ji navenda Încirlikê rabibûn li Sûriyê li DAIŞê dabûn.