Stenbol - Bi şev êrişa xwekujî bi roj jî êrişa çekdarî!

Stenbol - Bi şev êrişa xwekujî bi roj jî êrişa çekdarî!

Rojava News: Li Stenbolê, navendeke hêzên polîs şeva borî rastî êrişeke xwekujî hat, îro danê sibê jî rastî êrişa çekdarî hat.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva borî navenda hêzên polîs li devera Sultanbeyli ya Stenbolê rastî êrişeke xwekujî hat. Tê gotin xwekuj bi otomobîleke bombekirî êrişî wê navendê kiribû.

 

Di bûyera şeva borî de kesê ku êriş pêk anîbû, hatiye kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

 

Li gorî agahiyan, îro danê sibê jî li heman navend rastî êrişa çekdarî hat, lê piştî ku hêzên polîs bersiv dan, pevçûn derket. Heta niha di şerê Sultanbeyliyê de polîsek birîndar bûye.

 

Tê gotin ku heta niha jî şer û pevçûn di navbera polîs û êrişkeran de didome.