Rojava News: Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, Konsulxaneya Amerîkayê rastî êrişa çekdarî hat.
Îro danê sibê Konsulxaneya Amerîkayê ya li taxa Sariyerê ya bajarê Stenbolê rastî êrişa çekdarî hat.
Li gorî medyaya Tirkiyê, piştî ku çekdaran êrişî konsulxanê kirin hêzên ewlehiyê jî bersiva dan ji ber wê jî demek kurt şer derket lê kesên êrişker ji cihê bûyerê reviyan.
Hat zanîn ku di bûyerê de mirî yan birîndar tine.
Hinek çavkanî jî dibêjin, yek ji êrişkeran xwe avêtiye malekê lewma polîs hewl dide ew teslîm bibe.
Hat gotin ku tedbîrên ewlehiyê yên derdora konsulxanê hatine zêdekirin û tîmên pûçkirina bombeyan jî li wir amade ne.
