Hijmareke din ji koçberan fetisîn

Hijmareke din ji koçberan fetisîn

RojavaNews :Li deryaya spî 40 koçberên din jiyana xwe ji dest dan.

Di vê derbarê de hêzên deryayî yên Îtaliyayê belav kirin ku duh zêdetir ji 40 Koçberên ku xwestine bi awayekî ne yasayî derbasî welatên Ewrûpayî bibin li deryaya Spî di encama qolpîna belema ku tê de bûne, jiyana xwe ji dest dane.

Hêza deryayî ya Îtaliyayê eşkere kiriye ku rêya deryaya Spî ya ku ji aliyê Koçberên ne yasayî ve tê bikar anîn rêyeke gelek metirsîdare û rojane di vê rêya han de çendîn Koçberên ne yasayî di encama qolpîna beleman de jiyana xwe ji dest didin