Amerîka jî mûşekên xwe yên Patriot ji Tirkiyê vedikişîne

Amerîka jî mûşekên xwe yên Patriot ji Tirkiyê vedikişîne

Rojava News: Amerîka jî biryar da sîstema parastina hewayî û mûşekên xwe yên Patriot ji Tirkiyê vekişîne.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, heyama ku ji bo sîstema parastina hewayî û mûşekên Patriot ên ku sala 2013ê bi fermana NATO li Tirkiyê hatibûn danîn, Cotmeha îsal bidawî tê.

 

Wezaretê eşkere kir ku êdî ew rêkeftin nayê nûkirin lê kengê lazim bû dîsa Amerîka dîsa dikare wan mûşekan vegerîne Tirkiyê û da zanîn, ev yek ji hikûmeta Tirkiyê re jî hatiye gotin.

 

Çend roj berê Almanya jî biryar dabû mûşekên xwe yên Patriot, ku sala 2013ê bi fermana NATO li herêma Maraşê ya Tirkiyê hatibûn danîn, vekişîne.

 

Almanya gotibû, êdî ti tehdîdek li ser Tirkiyê nemaye lewma ew mûşekên xwe yên Patriot ji Tirkiyê dibin.

 

NATO bi hêceta ku Sûriye dê bi mûşekên Balistîk êrişî Tirkiyê bike, mûşekên Patriot li wî welatî danîbû.