Rojava News: Rusyayê 6 balafirên xwe yên ji cûraya Mig-31ê şandin Sûriyeyê.
Li gor ajansa Sputnikê ya li Rûsyayê, hikûmeta Moskowê, 6 balafirên şerî yên ji cûreya Mig-31ê li balafirgeha leşkerî Mezzeyê ya li Şamê radestî Sûriyeyê kir.
Hat gotin şandina balafiran di çarçoveya girêbesta sala 2007ê de hatî îmzakirin pêk hat. Li gorî wê girêbesta di navbera Şamê û Moskowê de, pêwîst bû 8 balafir ji bo Sûriyê bihatibana şandin.
Balafirên Mig-31 di sala 1975 de hatine çêkirin, û di sala 1982 de jî derbasî nava hêzên asmanî yên Rûsyayê bûne.
