Rojava News: Piştî Amerîka, Almanya û Swêd, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li dijî hêzên pêşmerge bertek nîşan da. OPCW dilgiraniya kûr a xwe anî ziman û tekez kir, ku dê lêkolînê li ser wê pirsê bike.
Rêxistina navdewletî ya OPCW di daxuyaniyekê de ku îro 17ê Tebaxê belav kiriye, ragihandiye: “Dawîn agahî derbarê bikaranîna çekên kîmyayî li Iraqê, ji aliyekê nefermî ve em gellek dilgiran kirin.”
OPCW di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî dide ku ew dê ligel Hikûmeta Iraqê di pêwendiyê de bin û dê derbarê her raportekê de ku bigihîje destê wan, lêkolînê bikin.
OPCW rêxistineke navdewletî ye û di warê jinavbirina çekên kîmyayî de kar dike. Sala 2013an xelata Nobel a aştiyê jê re hat dan. Baregeha wê rêxistinê li bajarê Lahey a Hollanda ye.
