Rojava News: Li paytexta Taylanda a Bankokê teqînek rû da û di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 123 kes birîndar bûn.
Saziyên çapemeniyê yên Taylandî ragîhandin ku li Paytexta Taylandê Bankokê teqînek pêk hate û di encamê de 27 kesan jiyana xwe ji dest dane, hate gotin ku di nava qurbaniyan de 4 kesên biyanî yên ji Çîn û Fîlandayê jî hene. Lê heta niha tenê mirina 22 kes hatiye piştraskirin.
Teqîn saet derdora 19.00’an li gorî dema Bankok di herêmeke turizmimê û bazirgeniyê de pêk hat. Polîsan destnîşan kirin ku teqîn ji ber motorsklêteke bombebarkirî pêk hatiye.Hêjaye gotinê ku nêzî cihê teqînê bi çend metreyan dûrî cehê îbadetê ya Hindosan a bi navê Aravan ku her dem qelebalix pêk hatiye.
