Rojava News:Li stocolmê keçeke Sweydî dohî li ber dergehê parlementoyê kuştina Ekîn Wan bi tazî prtotesto kir.
Dohî li Li sweydê ji bo kuştin û bi tazi avêtina kolanê Keça Kurd Ekîn van, keçek Sweydî jî xwe mîna wê tazîkir û li ber deriyê parlementoyê xwe dirêjkir erdê û artêşa Tirkî bi vê çalakiyê şermezar kir.
Li gor hatiye zanîn keça Sweydî gotiye bi şewayê kuştin û tazikirina jinan heqarete li ser hemû jinên cîhanê.
Roja 10.08.2015 li navçeya Varto keça Kurd Ekin Wan ( Kevser Elturk) li ser destê artêşa Tirk hate kuştin, piştî ku işkence li bedena wê hatibûn kirin bi tazî avêtibun kolanan û leşkerê Tirka jî bi halî bi bedena wê ya tazî li erdê wêne kişandibûn.
