Awistiralya lêdikole ku li Sûriyê jî li DAIŞê bide

Awistiralya lêdikole ku li Sûriyê jî li DAIŞê bide

Rojava News: Hikûmeta Awistiralyayê ragihand, ew li ser daxwaza Amerîkayê ya lêdana DAIŞê li Sûriyê lêkolîn û gotûbêj dikin.

 

Serokwezîrê Awistiralyayê Tony Abbott roja înê (duh) diyar kir, hikûmeta wî daxwazeke Amerîkayê lêdikole ku dixwaze Awistiralya li Sûriyê jî li çekdar û çeperên DAIŞê bide.

 

Tony Abbott got: “Pêwîst e para Awistiralya di şerê li dijî vê koma mirinê de hebe. Eger ew sînoran nas nekin, çima em sînoran nas bikin?“

 

Tony Abbott diyar kir ku destpêkê divê mafnas rewatiya biryareke wiha ya Awistiralyayê lêbikolin.

 

Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, Awistiralya cihên DAIŞê yên li Iraqê bombebaran dike lê heta niha balafirên şer ên wî welatî li çekdarên DAIŞê yên li Sûriyê nedane.

 

Awistiralya ji bo êrişên li dijî DAIŞê li Iraqê, 6 firokeyên şer yên ji cûrê “F/A-18 Hornet” bikar tîne.