Schindlerê Yahudi : 395 hezar dolar da hev 128 jinê Ezîdî ji destê DAİŞê rizgar kir

Schindlerê Yahudi : 395 hezar dolar da hev 128 jinê Ezîdî ji destê DAİŞê rizgar kir

Rojava News: Karmendê Yahudî Steve Maman, bi rêya tevgera alîkarî 395 hezar dolar da hev 128 jin û zarokên  Ezîdî ku ji Iraqê ketinbun destê DAİŞê  rizgar kirin.

 

Karmendê Yahudî Steve Maman li Kanada Montreal dijî, piştî ku bi  hezaran jin û zarokên Êzîdî ketin destê DAİŞê û ew  li bazara dihatin frotin,  wek koleyê sexê dihatin bi kar anîn ji bo ku destê alîkarî yê dirêj bike ji wan jinan re bi rêya İnternet kempenya ya alîkarî da destpêkirin.

 

Di çerçoveya projeya  “Rizgarkirina zarokên êzîdî û mesîhî”  (CYCI) 395 hezar dolar komkirin û her kesek bi derdora 2 hezar 3 hezar dolar rizgarkirin. Ta niha 128 jin û zarokên êzîdî bi vê rêyê ji bin destê DAİŞê xilaskirin.

Sinem Bakir