Rojava News: Li Almanya neonaziyan (nijadperestên almanî) êrişî kampeke penaberan kirin û di navbera wan û polîsan de şer derket.
Li gora zanyariyan, li derdora 600 nijadperestên alman êrîş birine ser kampa penaberan ya li nêzîkî bajarokê Heidenau ya Dresdenê.
Hat gotin dema ku polîsan xwestin rê li ber neonaziyan bigrin, di navbera wan û polîsan de şer derket û di encamê de 31 polîs birîndar bûn.
Hat diyar kirin, êrîşa naziyan li ser daxwaza Partiya Neteweperesta Alman (NPD) pêk hat.
Armanca wan protestokirina vekirina kampeke penaberane ku ewê li nêzîkî bajarokê Heidenau bê vekirin.
Li gora amarên fermi, par 202 hezar kesan li Almanya serî li wergirtina mafê penaberiyê dane lê di 7 mehên destpêka îsal de 217 hezar serlêdan li wî welatî hatine kirin.
Ev yek dibe sedema nerazîbûna nijadperestên alman û ew gelek caran êrîşî kampên penaberan dikin.
