Rojava News: Amerîka di sala 2016an de, dê pêşwazî li 5 heta 8 hezar penaberên Sûriyê bike. 15 hezar kesî daxwaza mafê penaberiyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî jê kirine.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kirby ragihand ku, Amerîka îsal dê pêşwazî li hezar heta 2 hezar penaberên Sûriyê bike. Herwiha sala bê, dê pêşwazî li 5 heta 8 hezar penaberên Sûriyê bike.
John Kirby wiha got: “15 hezar sûrî bi rêya Neteweyên Yekbûyî daxwaza mafê penaberiyê ji Amerîkayê kirine û niha komîsyona penaberan daxwazên wan penaberan dinirxîne da ku 5 – 8 hezaran ji wan hibijêre.”
Ji destpêka kirîza Sûriyê û heta niha Amerîka 4 milyar dolar wek alîkariyên mirovî pêşkêşî penaberên Sûriyê li derveyî wî welatî û koçberên nava Sûriyê jî kiriye.
Hejmara penaberên Sûriyê 4 milyon kes derbas kiriye. Di rewşeke pir xerab de dijîn, ku piraniya wan feqîr û hejar in. Piraniya wan penaberan li Libnan û Tirkiyê dijîn. Zêdetirî 250 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê jî li Herêma Kurdistanê dimînin.
