Penaberê Surî yê li Midîllî xwepêşandan kirin

Penaberê Surî yê li Midîllî xwepêşandan kirin

Rojava News: Li Grava mîdîllî bi ser Yunanistan ve penaberên ku li benda keştiyan bun da biçin Enqerayê , şert û mercên yê çavrêbûnê şermezar kirin, û yekser dest bi meşê kirin, dibin duruşmê  “Em naxwazin li vir bîminin”.

 

Hêjmarek mezin ji penaberên Suriye ku li grava Mîdîllî li benda keştiyan bun, ji ber baran û sermayê gelek azar dîtin, zarok jî li himbêzên dayik û bavê xwe belengaz bûn.

 

Piştî dirêjkirina çavrêbûna keştiyan bi hezaran penaber bi imkanên xwe penkertê ku li ser nivîsandiyê “Em naxwazin li vir bimînin” hatin bilindkirin.

 

Bavek ku zaroka wî li himbêza wî bu digot “ Ez ji avê natirsim lê belê li mayina vir ditirsim, jiber ku nêzikatiyên gelek nebaş li himber me têne kirin.

Hinek penaberan di got  “bi rojana nan û av nedane me, nêzikatiya li himber me têkirin ne mirovahiye”

Tê gotin aniha nêzîkî 15 hezar penaberê Suriye li grava Midîllî ne.

Sinem Bakir