Rojava News: Amerîkayê biryar da, dê sala dahatî 10 hezar koçberên sûrî werbigre û Serokê Amerîkayê Barack Obama bo wergirtina wê hejmara koçberan rênimayiyên taybet dane.
Berdevkê Koşka Spî Josh Earnest doh 10ê Îlonê di konfransa rojnamevanî ya rojane ya xwe de ragihand, Wek rêvebiriya Amerîkayê îsal 500 koçberên sûrî derbasî nav Amerîkayê bûne û dê bo sala dahatî ew hejmar bo 10 hezar kesan bilind bibe.
Earnest di vê bareyê de axavtina xwe wiha domand: “Em dizanin, bi ti awayî çê nabe bi milyonan sûrî werin wî welatî. Lê belê tişta ji destê me tê, pêwîstiyên bingehîn ên wan dê were dabînkirin û em piştrast bin ku alîakriyên me digihin destê wan. Ji bo wê yekê jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê wek welatê ku herî zêde alîkarî dide, li ser wê yekê berdewam be.”
Berdevkê Koşa Spî Josh Earnest herwiha tekez kir, ku Washingtonê bi rêya dezgehên xêrxwazî heya niha bi qasî 4 milyar dolar alîkariyên mirovî ji xelkê Sûriyeyê re şandiye.
10:28:16
