Alanê Kurdî di pirsgirêka penabera de bandor li Merkel kir

Alanê Kurdî di pirsgirêka penabera de bandor li Merkel kir

Rojava News: Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel got, dîmenên xeniqîna zarokê kurd Alan Kurdî ew gelekî xemgîn kir.

Angela Merkel ji rojnameya Rheinische Postê re behsa kirîza koçber û penaberan kir û got xeniqîna zarokê ji Kobanî Alan Kurdî ew hejand.

Merkel anî ziman niha ew li rastî pirsgirêka herî mezin a 10 salên vê dawiyê hatine û wiha domand:

“Ji aliyekê ve pêwîst e em ji bo koçberên ku dixwazin bên Ewropayê nexeniqin hewl bidin û ji aliyekê din ve divê em penaberên hatîn Ewropayê ku hejmarek zêde ne, entegre bikin.”

Şêwirmenda Almanyayê li ser pirsa “Almanya salane dikare çend koçberan vehewine?” wiha bersivand: “Di vê mijarê de çênabe bi hêsanî hejmarek were dayîn. Makezagona ji bo penaber û qacaxiyên siyasî hejmarek diyar nekiriye. Ev yek ji bo kesên şerê navxweyî reviyan jî eynî ye.”

 

09:56:58