RojavaNews : Di heyama 24 demjimêrên borî de 7600 koçber ji Yonanstanê derbasî Mekdonyayê bûn
Berpirsê komisyona Netewên Yekgirtî ya karubarên penaberan ragihand ku di heyma bîst û çar demjimêrên borî de 7600 koçber ku praniya wan Sûrî ne ji Yonanstanê derbasî Mekdonyayê bûn
Elêksander Klawis berpirsa parastinê di komisyona netewên yekgirtî de ji ajansa Reuters re ragihand ku hevkarên wan li Yonanstanê dane zanîn ku hatina koçberan berdewame û niha otobîsên wan brê ketine.
Koçberên ku ji Tûrikyê bi rêya belemeyên mirinê dighin giravên Yonanstanê ,hikûmeta wî welatî wan bi keşteyan bo Esînayê vedguhêze û ji wir berev Mekdonya û Hingaryayê ve birê dikevin.
Nalîn
11:46:51
