Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihand, Amerîka dê 100 hezar koçberan werbigre.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di daxuyaniyekê de ragihand, ku Amerîka di çarçoveya çareserkirina kirîza koçberan û alîkariya wan de dê hejmareke zêdetir a koçberan werbigre.
Kerry got: “Heya sala 2017an ew hejmar dê zêdetir bibe û em dê cih bidin 100 hezar koçberan.”
Ew yek di demekê de ye ku pêştir rêveberiya Koşka Spî ragihandibû, Amerîka dê ji îsal ve haya sala dahatî 10 hezar koçberên sûrî werbigre.
11:47:54
