RojavaNews :Doh 24 Eylûlê Serokwezîrê Fransa Manuel Valls ragihand: Fransa bêhtir ji 30 hezar penber pêşwazî nake.
Serokwezîrê Fransa Manuel Valls ji kenala France 24 re ragihand: “Em zêdetirî vê hejmarê pêşwazî nakin. Em nikarin hemî kesên ku ji rêjîma tundirew a Sûriyê direvin pêşwazî bikin. Em herdemê pêşwaziya penaberan dikin lê divê ev penaber bi şêweyekî rêxistinî bighên welatê me.”
Manuel Valls got: “Fransa salane derdora 200 hezar kesên pênaber pêşwazî dike, çi xwendevan, çi malbat û çi penaberên ku bi mebesta kar berê xwe didin Fransa.”
Ji aliyekî din ve Serokwezîrê Fransa got: “Penaberên ku neyên qebûl kirin divê yekser Fransa bicî bihêlin.”
Li gorî karnameya Yekîtiya Ewropa ku biryare 120 hezar penbaber pêşwazî bike. divê Fransa 24 hezar pênaber pêşwazî bike
