Fransa jî dest bi operasyonên Suriyê kir

Fransa jî dest bi operasyonên Suriyê kir

Rojava News:  Îro hêzên asmanî yên Fransa li Suriyê yekem operasyona xwe li dijî DAIŞê  pêkanî.

 

 

 

Serok Komarê  Fransa yê Francois Hollande bi daxuyaniyekê  ragihand ku: “Balafirên me li Sûriyê li çend cihên DAIŞê dan. Ew lêdan bi piştgiriya zanyariyên îstixbaratî bûn ku beriya 2 hefteyan ketibûn destê me de.”

 

 

 

Serok Komarê Fransayê di daxuyaniya ku bi rê ya nivîsengeha xwe de hatiye belavkirin de got: “Me di nava hevpeymaniya navdewletî de û hevahengî ligel hêzên endam tê de li DAIŞê da.”

 

 

 

Serokatiya Fransa tekez kir ku, ew rijd in li ser jinavbirina DAIŞê, lê ti hûrgilî li ser wê operasyonê neda.

 

20:24:28