Rojava News: G7 û welatên Kendawa Araban soz dan ku di çareseriya krîza penaberan de alîkarbin û 1 milyar 600 milyon Euro biser de zêdebikin.
Lutkeya G7 û welatên Kendawa Araban soz dane ku di çerçoveya tekoşîna krîza penaberan de alikariya xwe bi 1 milyarak û 600 milyon EORO zêdetir bikin û alikariyê berfirehtir bikin.
Di vê çerçoveyê de Penaberên Suriyeyê li Tirkiye, Urdun, Lubnan û welatên cîran ji Suriye re cîh digrin.
Wezîrê derve yê Elmanya li Newyorkê Frank-Walter Steinmeier daxuyand ku; Di civîna wezîrê derve yê G7ê hat biryarxistin, da alîkarî bi qasî milyarak û 600 milyon EURO bê zêdekirin, Elmanya jî 100 milyon EURO zêdedikê. Herweha got; dê ev alîkarî bêne radestkirin ji komisertiya bilind ya penaberan bi ser Netewayê Yekbuyî (UNHCR) û dezgeha xorek WFPê.
Tê zanîn beriya niha rêxistinên bi ser Netawayê Yekbuyî di derbarê kêmbûna xorek û pêdiviya de alarma sor pêxistibûn da bal bikşînin ser krîza penaberan.
Piştî vê alarma sor, Elmanya daxuyand ku bi ser 1 milyar alikariya berê 100 milyon EURO zêdedikin, Hollanda 123 milyon, Swîsre 71 milyon û 700 hezar, Nemsa 10 milyon dolar, Erebistana Siudî 100 milyon, Emerika jî 419 milyon dolarî zêdedikin.
Sinem Bakir
11:25:07
