Wêneyê keçika Sûriyeyî gengaşeya nejadî da dest pê kirin!

Wêneyê keçika Sûriyeyî gengaşeya nejadî da dest pê kirin!

Rojava News: “Ez dixwazim di jiyanek bi ewlehî û paqij de bijîm, xwarinên xweş bixwum, cilûbergên xweşik lixwekim, di nav  wurşedariyê de bim…. Bila hemû lêçûnê min li ser para hin kesê din be. Ji bo vê yekê fikrek ket bîramin. Ezê bibim penaber”

 

Li ser wêne ev nivîs heye.

 

Li gor nuçeya BBC Trending; Ew parkirina  wêne û nivîsa ku li ser bû heyva din ji aliyê rastgirekî Japonî li facebookê hati bû parvekirin.

 

Piştî vê parkirinê 10 hezar mirovî ji malpera Change.org.ê daxwaza rakirina wî wêneyî ji ser facebookê kiribû, lê mixabin bersiva facebookû ev bû “Ji bo ku rêbazên me bin pê nekiriye em nikarin rakin.”

 

Gruba bi nave “Rê ne de  nijadperestiyê” di hewlê xwe yê li himber rakirina wî wêneyê ji ser tore medyayên ciwakî berdewame.  Û daxwaz ji chanc.org dikin ku wî wêneyî li beranber penaberê Suriyeyê wek gurrkirina nijadperestiyê keqûlbike.

 

Bi teybet jî bikaranîna wêneyekî keçikeke 6 salî ku li kempê Libnanê ye bêtir bû ye cîhê nerazîbûnê.

 

Hunermendê Japonî Hasumi li himber vê yekê dibêje “Eger min wêneyekî mirovekî temenmezin li gel wê nivîsê parkiribûna bal ne dikişand, lê belê bi wêneyê keçika biçûk balkişand ser nêrîne min û di wê parkirinê de min dijiyatî li beranber tû milletan nekiriye.”

 

Herweha Hasumi dibêje; Ez bêtir wan kesên ku şer û mirinê ji bo xwe wek firsendekê bi kar tênin, ji bo ku xwe bighînin rewşên baş dikim ermanc.

 

Hasumî bixwe jî kesekî  kevneparêzê, û li welatê xwe jî dijî qebulkirina penaberabû ye.

 

 

 

Sinem Bakir