Rojava News: koalîsyona Ereban ku Erbistana Siûdiyê serkêşiya wê dike bi şaşî baregeheke hêzên alîgirên Hikûmeta Yemenê li başûrê Yemenê bombebaran kir, di encmê de 30 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gorî hin rayedarên Yemenî ji hin dezgehên çapemeniyê re ragihandin doh koalîsyona Ereban ku Erbeistana Siûdiyê serkêşiya wê dike bi şaşî baregeheke hêzên alîgirên Hikûmeta Yemenê li başûrê Yemenê hedef girt. Di encamê de gelek guştî û birîndarên hêzên alîgirên Hikûmeta Yemenê çêbûn.
Çavkaniyên tibbî yên Yemenê diyar kirin ku di encma bombebarankirina ku dohî li herêma El-Wezeiyê ya di navbera parêzgeha Lehc û Teiz de pêk hatî, herî kêm 30 endamên Hêzên Alîgirên Hikûmeta Yemenê hatin kuştin û 40 jî birîndar bûn.
