Kenada: Frokê xwe yê bombarana DAİŞ dike paşde vedikşînî

Kenada: Frokê xwe yê bombarana DAİŞ dike paşde vedikşînî

 

Rojava News: Serokê Partiya Liberal û namzetê Serokwezîrê Kenadayê Justin Trudeau daxuyand ku dê di demeke nêzde frokên şer yê Kenadayê ku bombabarana DAİŞê dikin vekşînin.

 

Piştî hilbijartinên dû roj berê li Kenada   Partiya Liberal bi ser ket û polîtikayên xwe yê nû eşkerekir.

 

Serokê Partiya Liberal û namzetê Serokwezîrê Kenadayê Justin Trudeau ku  di hilbijartina de bi ser keti bû got; Frokê şer yê welatê xwe ku li Iraq û Suriyeyê bombarana DAİŞê dikin vê paşde vekişînin.

 

Justin Trudeau biryara xwe ya di vê derbarê de, dema ku Obama bo pîroziya serkeftinê encamên  hilbijartinan telefon vekir jê re jî daxuyand.

 

Trudeau herweha tekezî kir ku vê alîkariya wan ji bo Koalisyona Dijî DAİŞê di aliyê lojistik û alîkariya mirovî de berdewam be.

 

Partiya Liberal berevajiya partiya berê soza girtina 25 hezar penaberê Sûriyeyî da.

 

Sinem Bakir

10:45:46