Li Nepala Federal Yekemîn car serokomara jin hate hilbijartin

Li Nepala Federal Yekemîn car serokomara jin hate hilbijartin

 

Rojava News: Li  welatê Nepalê di hewla  serokomariyê de, Seroka Partiya Kominîst Bidhya Devi Bhandari  bi ser ket.

 

Seroka Partiya Kominîst Bidhya Devi Bhandarî  bi têkoşîn   û çalakwaniya xwe  ya di warê mafê jinan de tê nasîn.  

 

Di hilbijartinên ku li parlamentoya Nepalê pêk hatin de Bhandarî bi 317 dengan bû serokomar. Li hemberî wê 214 parlamenteran jî dengên neyînî bikar anîn.

 

Bhandari hevsera serokê berê yê Partiya Komunistî bû,  piştî ku  di sala 1993a de  de hevserê wê di bûyereke hatuçûnê de  jiyana xwe ji dest da,  di heman partiyê de dest bi siyasetê kir.

 

Welatê Nepalê heta sala 2008’an bi sistema monarşî ( keyîtî) dihat birêvebirin. Lê di sala 2008’an de monarşî hilweşiya û derbasî sistema  federali ya demokratik bûn.

  

Bhandari jî bû duyemîn serokomara Nepalê, lê dîroka welat de cara yekemîn jinek dibe serokomar.