Rojava News: Li Dresdena bajaroka Almanyayê PEGÎDAya (Ewropayiyên Welatparêz ên li dijî Mislimanbûna Rojavayê) dijî Îslam û penaberan çalakiya xwe ya 36an li dar xist.
Çalakvanên dijî Îslamê li Rasta Neumarkê li pêşiya "Dêra Jinan" a ku li Dresdenê ye civiyan û di destê wan da jî pankêrtên ku li ser wan "li dijî şerîetê, li çar aliyên dinyayê mafên mirovan", "em li dijî wesayet, rika çapemeniyê, rojnamevanên xwefiroş in", Li dijî Rûsyayê şer neke, DYA û Natoyê bide sekinandin" hatibûn nivîsandin hebûn.
Di destê çalakvanan da alayên Almanyayê û dowîzên ku tê da siyaseta Merkelê ya penaberan dihatin rexnekirin û li ser wan "Berxwedan", "Merkel îstifa", "Gel em in" hatibûn nivîsandin hebûn.
Di çapemeniya Almanyayê da hat eşkerekirin ku 8 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn.
