Fransa dixwazî Yekitiya Ewropayê pêşwaziya penaberan rawestîne

Fransa dixwazî Yekitiya Ewropayê pêşwaziya penaberan rawestîne

Rojava News: Fransa piştî buyerên li  Parîsê rûdane daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku êdî pêla  penaberan ya ji rojhilatanavîn rawestîne û şûna wergirtina penaberan  çareseriyêdin bibîne.

 

Serokvezîrê Fransayê  Manuel Valls   di daxuyaniya xwa ya ji bo rojnameya Elmanî Süddeutsche Zeitung de got; Eger Ewropa  nikaribê sînorê xwe kontrol bike dê wê demê gelê ku li Ewropayê dijîn bê bawer û dûdilî bibin û vê bêjin dîroka gelê Ewropa bi dawî bû”

 

Manuel diyar kir ku divê YE çavdêriya baş bo sînorên xwe yên derve bike, ji ber ku ew yek bo paşeroja wê gelekî giring e. Ji niha pêve  bila dewletên cîranê Sûriye bêtir penaberan bigrin.

11:37:40