Rojava News: Piştî xistina firokeya Rûsya, qeyrana di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de her ku diçe zêdetir dibe. Pisporên leşkerî û siyasî, dibêjin Rûsyayê dest bi hemû rêgiriyên aborî kiriye û wê careke din sînorê Tirkiyê bibezîne.
Li Tirkiyeyê dengvedana xistina firokeya Rûsya berdewam e. Piştî firokeya Rûsya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hate xistin, têkiliyên di navbera her du dewletan de ber bi qûtbûnê ve diçin.
Serokê Rûsiyayê Vladimir Putin doh piştî civîna Lutkeya Avhewayê li Parîsê di civîneke çapemeniyê de got ku xistina balfira Rûsî ji aliyê Tirkiyeyê ve bi armanca peyda kirina riya derbaskirina petrola çeteyên DAIŞ’ê ji bo Tirkiyeyê ye û got miqdarê mezin ya petrola ku çeteyên DAIŞ’ê derdixin, digihêje axa Tirkiyeyê.
Hat ragehandin ku eger qeyrana bi Rûsyayê re berdewam bike Tirkiye wê 20 mîlyar dolar zirarê bibîne ku ev yek beramberê ji 3 paran yek a dahata Tirkiyê ye. CHPê ev qeyran wek kûrtirîn qeyran nirxand ku di warê siyasî de Tirkiye têde ye.
Akademisyenên di mijara Rojhilata Navîn de derdikevin pêş, dibêjin gelek dewletên wekî Rûsya hewl didin ku Tirkiyê wek sedama qeyrana Rojhilata Navîn nîşan bidin.
Pispor dibêjin, bi xwe naxwazin rola Tirkiyê di Rojhilata Navîn de bimîne û ev rewş jî dewletên rojavayî kêfxweş dike. Û ev qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de kûr dibe, wê zirareke giran bigihîne her du dewletan.
