Rojava News: Meleyê yekitiya 16 mizgeftên Molenbeekê li Brukselê paytaxta Belçikayê got; nameyeke gef xwarina li hemû misilmanan ji Mizgefta Attadamouneya re hatiye rêkirin.
Meleyê yekitiya 16 mizgeftên Molenbeekê li Belçikayê Jamal Habbachich got ku; “Nameyek ji mizgeftê re hatiye rêkirin û tê de gefa serjêkirina misilmanan dikê.”
Jamal Habbachich gotiye; Di nameyê de grubek ku xwe wek komara Krîstiyanî bi navdikê, dibêje “emê tola birayên xwe yên ku li ser destê misilmanan hatine kuştin bistînin û emê misilmanan wek barazan şer jê bikin û emê bedena wan wek pêxember îsa li xaçê din da rixê wa li dinyaya din bibê Krîstiyan.”
Herweha hatiye zanîn ku gelek kesên kiryarên terorîstî birêvebirine ji wê mizgeftê derketine.
10:42:24
