Li Pakistanê di êrîşa bombeyê de 10 kes mirin!

Li Pakistanê di êrîşa bombeyê de 10 kes mirin!

 

Rojava News:  Li bakurê rojavayê Pakistanê êrîşeke bombeyî  hate kirin û di êrîşê de 10 kes mirin.

 

Hat ragihandin ku li herêma Aşîra Hurramê di navendeke bazirganiyê de êrîşa bombeyî  hate kirin.

 

Rayedaran Pakistanî  daxuyandin  ku di êrîşa bombeyî de  herî kêm 10 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

 

Heta niha tu kesî berpirsyariya vê êrîşê qebûl nekiriye.

13:25:07