Rojava News: Polîsê Elmanyayê bi hinek biryar û pêşgirtinê tund li ser sînoran pabendin ku penaberê bên vegerênin.
Rojnameya Elmanî Dîe Welt di nûçeyê kê de ku weke çawkanî parlamenterên partiyên desthilatdariyê yê CDU û SPD dide şanîdan de dibêje: Rêxistina Polîsan a Federal, ji bo penaberan ji ser sînor vegerînin planek pêşkêşî Meclîsê kirine û eger tevî hemû hewldanên desthilatdariyê hejmara penaberan neyê kêmkirin, wê li ser sînorê Awûstûryayê sê xetên cuda avabikin ji bo rêgirî li penaberan bikin.
Li gorî plana Serokê Rêxistina Polîsan a Federal Dîeter Romann wê li ser 60 nuqteyên derbasbûnê yên li ser sînor kontrolên tund bikin. Herweha bi TOMA û hin tedbîrê din jî sînora control bikin.
Li gorî hemen nuçeya Rojnameya Welt ji bo rêgirtina penaberan wê biyaniyên ku mafê wan ê penaberiyê wernegirtine bi helikopteran bibin ser sînor û wê deresînorbikin.
Piştî pêla penaberê ku îsal gihane Elmanyayê jimareya gihaye milyonek û 200 hezar kesî.
10:54:38
