Fransa biryar girt: Mafê hemwelatiya kesê ku bune endamê rêxistinên terorîstî radiwestîne!

Fransa biryar girt: Mafê hemwelatiya kesê ku bune endamê rêxistinên terorîstî radiwestîne!

Rojava News:   Li Fransayê, piştî komkujiya Parîsê ya 13'ê Mijdarê biryarek hate wergirtin da kesen ku bi rêxistinên terorîstî re pêwendî danîne welatîbûna ya wa ya Fransayê bê rawestandin.

Kesên ji ber endametî yan jî alikariya DAIŞê û  rêxistinên ji aliyê Fransayê ve weke 'rêxistinên terorê' tê qebûlkirin hatine cezakirin, wê welatîbûna Fransayê winda bikin.

Hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS)di derbarê wê plane de got; Kesên welatiyên du welatan û endamên rêxistinên terorîst, ji welatîbûna Fransayê wê derxînin. Li gorî vê yekê, ev şexs li Fransayê ji dayik bû bin jî, wê welatîbûna wan bê betalkirin. 

Tê payîn ku di wê pêş biryarê dê guhertinên qanûnî di meha Sibatê de li Meclîsa Neteweyî wê bê nirxandin û bi piştgiriya dijbereya Fransayê  re bê qebûl kirin.