Li Nîjeryayê zilma Boko Haram naqede: Bi dehan kes mirin

Li Nîjeryayê zilma Boko Haram naqede: Bi dehan kes mirin

Rojava News: Li Nîjeryayê, 2 xwekujên rêxistina Boko Haram li Maîdûgûrî û Madagalî bu sedema herî kêm 78 kes bimrin ji 100 kesî jî bêtir birîndar bibin.

Li bajarê Maîdûgûrî yê eyaleta Borno ya li bakurrojhilatê welêt, di du êrîşên xwekujî de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 90 kes birîndar bûn.

Lê belê çavkaniyên herêmî dibêjin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 50 derbas kiriye. Di daxuyaniya fermî ya nexweşaneyan de hat ragihandin ku gelek cenazeyên din hatine anîn.

Teqîneke din a li Maîdûgûrî danê nîvro rû da, hatiye gotin ku li wê dere jî lê li ser vê êrîşê agahiyî nehat bidestxistin lê şêniyên bajêr dibêjin ku herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlehiya Nijerya yê doh danê sibehî biqasî 10 xwekuja jî li gel bombeyên wa desteserkirine.