Rojava News: Li Hindistanê di meha mijdarê de welatiyekî bi navê Muhammed Ahlak bi gumana ku goştê golikê xweriye li ber çawê malbata wî hate linçkirin.
Di meha mijdarê de li herêma Uttar Pradeş li gundê Dadriyê bi sedema gotgotkên gundiyan ku gotine “goştê golikê xwariye” Muhammed Anlak li pêş malbatê sere wî bi keviran hate hinciqandin
Piştî buyerê polîsên herêma Uttar Pradeş ji mala cangorî perçeyên goşt birin û texlîl kirin lê di encamê de derkete hole ku Muhammed Anlak ne goştê golikê, yê bizinê xwariye.
Li Hindistanê serjêkirina dewaran cihê herî hestyaraneye. Ji bo gelê Hindistanê ji %80ê golik û çêlek dawarên pîrozin.
Herêma Uttar Pradeş jî xwedî qanûnên herî qurse di derbarê serjêkirina dewaran de.
Keça Muhammed Anlak gotiye nêzîkî 100 kesî êrîşî mala me kir û li pêş çavêmin, dayikamin û xwuşk û birayên mê sere bavêmin bi kevira hinciqandin.
Muhamed Anlak 50 salî bû û karkerê ziraat û çandiniyê bû. Di buyera dema linçkirinê de kurê Muhammed yê 22 salî jî birîndar bu.
Li 12 herêmê Hindistanê serjêkirina dewaran di bin kontrola dewletê deye.
Şanaz Emin
