RojavaNews:Polîsê Almanya ragihand ku piştî bi destxistina zanyariyan ji îstixbarata Fransa derbarê egera pêkanîna êrîşeke terorîstî li Bajarê Miyonix yê Almanya, polîsê wî bajarî tûnêla bajarê navbûrî ji xelkê vala kir.
Rojnameyeke Almanî jî eşkere kir ku polîsê Almanya 6 kesên gumankirî girtine û lêpirsîn bi wan re berdewam dibe, ku Wezîrê navxwe yê Almanya eşkere kir ku destê DAIŞê di hewla pêkanîna teqînan de hebû.
