Teqînek bihêz li Stenbolê rû da

Teqînek bihêz li Stenbolê rû da

Rojava News: Îro, li Meydana Sultanahmet a Stenbolê teqînek çê bû û li gor agahiyên destpêkê 10 kesan canê xwe ji dest dan û birîndar jî hene.

Îro derdora demjimêr10.20 deqeyan teqînek çê bû û heta niha sedema wê nehatiye zanîn. Hat zanîn ku di encama teqînê de 10 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne. Herwiha gelek polis û karmendên tendirûstiyê bo cihê teqînê hatin veguhestin.

Polîsan li derdora cihê teqînê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin lê hejmara wan heta niha nayê zanîn. Li gor agahiyan sedema teqînê tê lêkolînkirin.

13:08:23