2:10:12 PM
RojavaNews: Li Ferensayê sisê komeleyên Islamî ku mizgevtek libajarê Lanyêh yê ferensî brêve dibirin , bi behaneya ku xortan liser Cihadê tûj dikin, ji bo wan rêkin Sûriya û Iraqê hatin qedexe kirin.
Wezareta navxwe ya Ferensî biryar bi desteserkirina emlakên wan hersê komeleyan û serokên wan sitand, digel qedexe kirina endamên wan ji derketina derveyî Firensayê .
Her weha amajikir bi dibistaneke ne fermî, taybet bi ezberkirina Qur,anê ku têde lavêj û tîtalên olî têne şopandin ya ku şagirtan tûj dike biser Cihadê û tevlîbona nav refên tunrewan de.
Tê zanîn ku Feresayê rewşa awarte ragihandiye ji 12/10/2015ê ve piştî peqînên parîsê ku 30 kes bûne qurbanî , û metirsiyeke mezin li ba hukumeta Firensî çêbû ji komelên olperistve ,ya ku hoşiyariyeke tenahî li Ferensayê çêkirye.
Rifat Haci
