Amnesty: Jinên penaber di reya Ewrpyayê de tuşî gelek metirsiyan dibin!

Amnesty: Jinên penaber di reya Ewrpyayê de tuşî gelek metirsiyan dibin!

Rojava News: Rêxistina Efuyê ya navnetewayî Amnesty International; Jinên ku di reya penaberiya Ewropayê ne hemû roj tuşî gelek metiriyan tên.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) li gorî vegotinên jinên penaber ên xwe li Elmanya û Norwêcê girtine, daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, ku jinên penaber ên berê xwe didin Ewropayê, rastî xeteriyên mezin tên. Rêxistinê diyar kir ku jin li ser rêya Ewropayê, bi taybetî li rêgeha Tirkiye û Yewnanîstanê rastî êrîşên fîzîkî, zayendî, heqaretan tên û bi xeteriya çeteyên fûhûşê re rû bi rû dimînin.

Amnesty da zanîn, ku di encama hevdîtina bi 40 jinên penaber ên li Elmanya û Norwêcê hat kirin de, tespît bûye ku jin li ser rêya koçberiyê rastî xeteriyên gelekî cidî tên.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jin li ser rêya Tirkiye û Yewnanîstanê bi xeteriya êrîşa fîzîkî re rû bi rû dimînin û hin ji van jinan dane xuyakirin, ku zext li wan hatiye kirin ji bo bi bazirganên mirovan re bikevin têkiliyê.