Di teqîna Pakistanê de 10 kes mirin!

Di teqîna Pakistanê de 10 kes mirin!

Rojava News: Li bajarê Peşaver devera aşîretan a Pakistanê teqînek pêkhat û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên herêmê, li benda kontrolê ya eyaletê Peşaver a  Camrudê  teqîneke ku tê texmînkirin êrîşa xwekujiye ye 10 kesan bêtir jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Herweha di teqînêde yê jiyana xwe ji dest dane hemû leşkerin.

Gelek ambulans û xebatkarên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û birindar rakirin nexweşxaneyên nêzî teqînê.

Heya niha kesek teqîn ne girtiye ser xwe.

12:23:45