Rojava News: Wezîrên Berewaniya 7 welatên ku di nav Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê şerdikin wê îro li Fransayê bicivin.
Wezîrên Berewaniya 7 welatên ku di nav Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê şerdikin; Dewletên Yekbûyî yên Amêrîka (DYA), Fransa, Awustralya, Britaniya, Almanya, Italya û Holanda), wê îro li navenda Wezareta Berewaniya Fransayê li hev bicivin.
Tê payînkirin ku wê di civînê de mijarên zêdekirina opereseyonên li hember DAIŞ’ê, beşdarkirina welatên din ên cîhanê ji koalîsyonê re û bihêzkirina îmkanên leşkerî yên li hember DAIŞ’ê şer dikin, bên gotubêjkirin.
10:47:42
