Rêxistinên Navdewletî dazwazê ji Ewropa dikin ku pêş li destdirêjiyê ser penaberan bigrin

Rêxistinên Navdewletî dazwazê ji Ewropa dikin ku pêş li destdirêjiyê ser penaberan bigrin

Rojava News: Sê rêxistinên Navnetewî ji welatên Ewropa daxwaz dikin ku pêşî li destdirêjiya ser penaberan bigrin

2 rêxistinê Neteweyên Yêkbûyî(NY) yê karûbarê penaberan û Rêxistina Komîsyona Jinên Penaber ragehand ku; lêkonlînan aşkere kiriye bi taybet penaberên jin rûbiruyê tûndî û destdirêjiya seksî dibin.

Di raportekê de ev sê rêxistinana çend welatên Ewropa tometbar dikin ku rê li pêş destdirêjiya li ser penaberan tê kirin nagrin.

Herwaha ev hersê rêxistinana amaje bi vê dikin ku li hemû kampên penaberan de cîhê hemam û destavê jinan û zilaman nehatine cudakirin û bedena jinên penaber di wan cihan de ji ber vê yêkê nayê parastin.

Li gor raportên hersê rêxistinên Navdewletî beşek ji wan jinên penaber tenê ji bo ku xwe biparêzin li gel zilamên wê derê zewac pêk tînin.

12:44:18