Li Siûdî fetwa dan: setranç qedexeye,

Li Siûdî fetwa dan: setranç qedexeye,

Rojava News: Li Erebistana Siûdî Şêxê bi navê Ebduezîz di fetweyekê de ragihand santiranç ji bo îslamê ne beşe û pêşiya qumarê vedike.

Şêxê bi navê Ebduezîz yê Suidê Erebistanê leyistoka santirançê li gorî îslamê heram dibine û dibêje bi sedema, windakirina dem û herweha çandiniya dijminantî di navbera kesan de tiştekî xirabe û fetwa da ku ji niha pêde qedexe be.

Beriya niha li Iraqê jî  jî yek ji zilamên herî giring yê Sîî’yan yê bi navê Ayetullah Ali El-Sistani santiranç qedexe kiribû.

Li İranê jî Santranç qedexeyê lê bele rêberê olî yê kevn goti bû ger bi ermanca qumarê nebê karin santrancê azad bikin.