Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Emerîka John Kerry : Di nava du rojan de her tiştê derbarê Civîna Cinêv -3 de, zelal dibe û danûstandin dest pê dikin.
Wezîrê Karê Derve yê Emerîka John Kerry di serdana xwe ya ji Wietnamê de li pêşiya rojnamevanan axivî û got: “ Em ê wê civînê lidar bixin. Divê danûstandin dest pê bikin. Ez bi hêvî me ku di saetên li pêşiya me de, her tiştê derbarê civînê de, zelal bibe û danûstandin dest pê bikin.”
John Kerry destnîşan kir ku ew ê di saetên pêş de, li gel hempîşeyên xwe yên Fransa, Emerîka, Rûsiya, Erebîstana Seûdî û Nûnerê NY yê ji bo Sûriyê, Staffan de Mistura re, guftugoyan bike. Da ku bizanibe ku ew hemû li ser heman fikrê ne.
Diviyabû ku danûstandinên Cinêv -3 yên ji bo çareseriya rewşa Sûriyê îro li navena Netewyên Yekbûyî ya li bajarê Cinêvê bê lidarxistin, lê belê ji ber ku derbarê şandeya muxalefetê ku dê beşdar bibe de, nakokî hene, civîn çend rojan hat paşxistin.
12:38:30
