Rojava News: Meclîsa Danîmarka biryar da; dest deynin ser pere û zîberê penaxwaza û herweha ji bo pevgihana malbatê jî 3 sal dem bê dayin.
Pêşnûmeya ji aliyê Partiya liberal Venstre ya li ser desthilatê hate amadekirin, bi piştgirya partiya rastgir ku bi polîtîkayên xwe yê dijî biyaniyan û koça tê nasîn li berhanber 27 dengê na bi 81 dengê erê hate pesendkirin.
Li gorî wê yasayê penaxwazê ku ji 10 hezar kronê Danîmarkî (1453 dolar) zêdetir pere li gel hebê wê dest deynin ser, herweha behayê zînetê wek zîber, kompiyuter, telefon, seat ku ji 10 hezar kronî zêdetir bê wê dest deynin ser. Gustîlê nîşan û zewacê wê li dervayî wê biryarê ye.
Li gorî wê biryarê maf ji polîsê daîreya koç û biyaniyan re hatiye dayin da karibin çenteyên penaxwaza kontrolbikin.
Pereyê ku ji ser penaxwazan bê rakirin li mûzayedeyan bê firotin û ew pere jî wê ji bo xizmeta tenduristî, cîbecîkirin, perwerde bê serfkirin.
Tê payinkirin ku ew biryar di meha reşemehê de bê destpêkirin.
Herweha pevgihana malbatê jî ji salekê derxistin 3 salan.
Hikumeta Danîmarka dibêjê ew biryar ji bo pêwistiyê penaxwazan bê bicîhkirinê hatiye stendin û bi wê biryarê farqû cûdahî nayê kirin, ji ber ku ji welatyê Danîmarka yê bê kar mane ew jî tiştê xwe difroşin û didin dewletê da dewlet li wan xwedî derkevê. Bi wê yesayê me ferk û cûdahî rakiriye û bûne weke welatiyê Danîmarkayê.
10:32:11
Şanaz Emin
