Swêd: 80 hezar penaxwazî deresînor dikin!

Swêd: 80 hezar penaxwazî deresînor dikin!

Rojava News: Dewleta Swedê xwe amade dike 80 hezar penaxwazê ku penaberiya wa nehatiye qebulkirin ji welatê xwe bi avêjin.

Li gorî nûçeya BBC’yê, welatê Ewrûpa yê herî zêde penaber lê cih bûne Swêdê ye û ji sala  2015’an de 163 hezar penaxwazî serî li wî welatî daye. Ji 58 hezar 800 kesên ku par jib o penaberiyê serlêdan kirine ji sedê 55 hatine qebûl kirin.

Ji ber jimara zêde ya penaberan Swêdê sînorê xwe yê derve xistibû bin kontorlê de. Herî zêde penaber bi rêyên qaçax dewleta Swêdû Elmanya tercih dikin. Hate zanin sala derbasbûyî 35 hezar 400 zarokê bê malbat serlêdan ji bo penabertiyê li dewleta Swêdê dane.

Wezîrê karê navxwe yê Swêdê Anders Ygeman Charter gotibû 60 hezar penaxwaz wê derîsînorbin, lê dibê ku ew jimara aniha bighê 80 hezarî.

Berî niha bi çend rojan penaxwazekî 15 salî karmendê dezgeha koç û koçberan li nêzîkî bajarê Gothenburg da ber kêran û ew kuşt ew jî bû cîhê nerazîbuneke mezin ji bo xelkê  Swêdê.

Dewleta Danimarka jî di vê hefteyê de qanûna ku dest danin ser tiştên bi qîmet yê penaberan erê kiribû. Ev qanûn jî dişibînin demê koçberkirina Yahudaniyan.

11:22:09