Rojava News: Li gorî hin berpirsên Amerîkî û afganî, di encama êrîşeke esmanî de radyoyeke DAIŞê li Afganistanê bi navê Dengê Xilafetê hate rûxandin.
Di daxuyaniyeke fermî de, berdevkê operasiyonên Amerîkî û Natoyê li Afganistanê Mayik Lohorn ragihand:" Me du êrîşên esmanî lidijî terorê li devera Aşîn li wîlayeta Nangarhar pêk anîne".
Ji aliyê xwe ve jî berdevkê desthilatdarê wîlayeta navbûrî Eta Elellh Xociyanî ragihand: "Di encama wan êrîşan de radyoyeke DAIŞê bi navê Dengê Xilafetê hate rûxandin û 21ê terorîstên DAIŞê hatin kuştin ku 5 ji wan li wê radyoyê kar dikirin".
Ew radio ji wê wîlayetê bi şêweyekî neyasayî bexşa xwe birêve dibir da ku xelkê teşwîq bikin ku tevlî wan bibin .
Nalîn
11:23:03 AM
